Yek ji rêxistinên kevin ên aşitiyê yên Swêdê “Ji bo Aşitiyê Jin” aşkere kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a ku 60 rojan li pişt xwe hişt û bang li dewleta Tirk hate kirin ku daxwazên çalakgeran pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin tenduristiya çalakgerên girtî êdî di xeteriyê de ye û ji bo pêşîlêgirtina daxwazên girtiyan xwest daxwazên wan ên mafdar û maqûl bên bicihanîn.
Di daxuyuniyê de hate diyarkirin ku mafê perwerde û parastina bi zimanê zikmakî yek ji maf û azadiyên sereke yên mirovan e û ji bo li Tirkiyeyê çek werin bêdengkirin, banga diyaloglê li her du aliyan hate kirin.
Jinên aşitîxwaz bi bîr xistin ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya çareseriyê bên rakirin.
Ji bo Aşitiyê Jin ji bo pêkhatina aştiyê bang li hukûmeta AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên zext û dijwariyê berde û daxwazên perwerde û parastina bi zimanê zikmakî qebûl bike û bi vî awayê rêya aşitiyê vebike.