Di çalakiya 8’ê Adarê ya li Stockholm a Swêdê pêk hat berxwedana Kobanê mora xwe lê da. Piranî jin 5 hezar kesî bi hev re dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bi Kobanê re piştevanî’ berz kirin.
Komîteya 8’ê Adarê ya ku nêzî 40 rêxistinên jinan ava kirin, bi wesîleya roja jinên cîhanê li 10 navendên Swêdê çalakiyên girseyî rêxistin kirin û her wiha Federasyona Agahdarkirina Zayendî (RFSU) jî bi armanca ku der barê mirinên di welîdînê de pêk tên agahdariyê bike li 50 navendên Swêdê meş û mîtîng pêk anîn.
ROJÊ 800 JIN DEMA WELIDÎNÊ DE DIMIRIN
RFSU da zanîn ku bi taybet li welatên Afrîka û Asyayê jinên temenê wan di navbera 15-19’an de dema welidînê de rîska wan a mirinê gelek zêde ye û ji bo vê bînin rojevê li 50 navendan meşan pêk tînin. Hat gotin ku rojê 800 jin û salê jî 47 hezar jin ji ber kurtaja ne bi ewle jiyana xwe ji dest didin. RFSU xwest hikûmeta Swêdê mijarê bibe Rêxistina Tendurisiyê ya NY’ê û ji bo pêşî li mirinên jinan bigirin, bikevin nava hewldanan.
Çend meh berê rayedarên hikûmetê jî diyar kirin ku ev mirin nayên qebûlkirin û meş pêk anîn. Serokwezîr Stefan Lofven Umeå, Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom jî tevlî meşa li Stockholmê bûn û piştgirî dan meşa RFSU.
Lofvendi axafatinê xwe de got ku rojê mirina 800 jinî trajediyeke mezin e û ji bo pêşî li mirinan bê girtin divê malbat bên perwerdekirin.
LI GOTEBORGÊ DAXWAZÊN TÊKOŞÎNA LI DIJ ŞÎDETÊ DERKETIN PÊŞ
Li bajarê Goteborg çalakiyek pêk hat û di çalakiyê de daxwazên têkoşîna li dijî şîdetê û heqdestê wekhev û adîlane derketin pêş.
Di çalakiyê de di axaftinên hatin kirin de her sal 20 jin di encama şîdetê de dimirin, 100 jin rastî şîdetê tên û ji hikûmetê hat xwestin ku pêşî li şîdeta mêr bigirin. Her wiha hat diyarkirin ku di navbera karkerên jin û mêr de nêzî 5 hezar kron ferq heye û hat diyarkirin ku ji bo ev ferq bê girtin peywirek mezin dikeve ser milê sendîkayan.
LI MAMO LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ TÊKOŞÎN
Li Malmo jî di çalakiyên pêk hatin de têkoşîna li dijî nîjadperest, faşîst û dijminên biyaniyan derket pêş. Sala buhrî di 8’ê Adarê de partiyên faşîst û nîjadperest, êrîşên endamên partiya Swêdiyan kir û 4 kes birîndar kir.
Çalakiya ku koma bi navê ‘Alttan Femînîzm’ organîze kir, saet 11.30’î destpê kir û hezar û 200 kes tevlî bûn. Çalakiya ku Partiya Karkerên Demokrat Sosyal, Partiya Çep organîze kirin jî 2 hezar û 300 kes tevlî bûn. Di çalakiyê de şîdeta li ser jinê û newekheviya heqdest a di navbera jin û mêran de axaftin hatin kirin.
LI STOCKHOLMÊ KOBANÊ MORA XWE LI ÇALAKIYÊ DA
Li paytext Stockholmê jî berxwedana Kobanê mora xwe li Roja Jinan da. Li pêşiya kortejê alên YJRK’ê, posterên her sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetikirin hatin hildan û her wiha pankart û dovîz hatin hildan.
Çalakî saet di 16’an de li Qada Sodermalm destpê kir. Li ser navê Rêxistina Ciwanan a Partiya Karekeran a Sosyal Demokrat, Însiyatîfa Femînîst, rêxistina ciwanan a Partiya çep axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal kişandin ser şîdet û neheqiya li ser jinê û her wiha li ser berxwedanên Şengal û Kobanê sekinînin.
HAT XWESTIN KU JINÊN ÊZIDÎ BÊN RIZGARKIRIN
Li ser navê rêxistina Dayikên Kurd a Swêdê Mahmure Amîn axivî û diyar kir ku jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin bila bên rizgarkirin.
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh got ku li her derê cîhanê aliyên paşverû û muhafazakar zextan li jinan dikin û li ser bedena jinê biryaran didin û mafên wan ji holê radikin. Kakabaveh behsa komkujiyên DAIŞ û Boko Haramê kir û got ku divê aliyên bi hestiyar ji bo xilaskirina keçên Êzidî û Nîjeryayî bikevin nava hewldanan.
Kakabaveh hemû jinên ku li Îran, Başûrê Amerîka, Misir û Kolombiyayê li dijî van rejîmên paşverû têdikoşin pîroz kir.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Kurd a Amara jî Ferah Bozcali axivî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji aliyê DAIŞ û Boko Haramê ve jinên Êzidî, Suryanî, Kurd û Nîjeryayê tên revandin û welatên Rojhilata Navîn li dijî vê çavsoriyê bêdeng mane, tenê hêza YPJ’ê ya hêza çekdarî ya jinên Kurd in li dijî vê têkoşîn meşandine. Hat gotin ku têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê dil û ruhê hemû jinên cîhanê bi hêvî û azadiyê tijî kirine.