'Li Sûriyeyê jin mifteya çarseriyê ye'

'Li Sûriyeyê jin mifteya çarseriyê ye'

Endama Komîteya Çapemeniya Yekitiya Starê Şîrîn Welat got ku heke rêxistinbûneke jinên Sûriyeyê hebûya, dê îro rewşa Sûriyeyê wîsa nebûya, her wiha di serhildanên li rojavayê Kurdistanê roleke girîng a jinên kurd heye

Demeke dirêje li Sûriyeyê rewşek aloz heye û pevçûn dewam dikin. Her roja ku diçe ev pevçûn dijwartir dibin. Li Sûriyeyê çi diqewime, serhildêr çi dixwazin? Li hemberî serhildan û talebên wan, dewlet çawa nêzîk dibe? Di serhildanan de jin roleke çawa dilîze? Asta rêxistinbûna jinên li Sûriyeyê çiye?

Bi taybet jinên kurd di nava van aloziyan de li kîjan aliyî disekinin û daxwaza wan çiye? Endama Komîteya Çapemeniya Yekitiya Starê Şîrîn Welat bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û axaftina xwe de bal kişand ser geşadanên li Sûriyeyê û wiha axivî: “Bi rastî jî dema mirov li Sûriyeyê mêze dike, dibîne ku rewş pir xeternak e. Rewşa ku niha çêbûye her kesî/ê dixe nava fikaran. Bi taybet jî me kurdan dide fikirandin. Bi rastî mirov pir caran ji xwe dipirse gelo dê piştî evqas kuştin, windahî û pevçûnan, Sûriye careke din komî serhev bibe? Gelek aliyên nerêxistinbûyî hene ku li dijî pergala serdest serî radikin. Ango kesên li kolanan di nava xwepêşandanan de cih digrin, hemû ne endamên rêxistin an jî baskekî diyar in. Pir caran hin rêxistin wer nîşan didin ku qaşo ew girse hemû girêdayî wan in û bi rêya wan rabûne ser piyan.”

TÊKOŞÎNA KURDAN

Şirin Welat, diyar kir ku gelê kurd li Rojava û Sûriyeyê bi perspektîfa Xweseriya Demokratîk re xwe ji her aliyî de birêxistin kiriye û ji bo bigihîje armancên xwe, di nava têkoşîneke mezin de ye. Welat wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Hema bêje piraniya beşên civakê sazî û rêxistina xwe çêkirine, bi hevgirtin û yekîtiyeke bêhempa tev digerin. Ev jî metirsiyek mezin e ji bo Tirkiyeyê. Ji ber ku heke li Sûriyeyê ev destketî mayînde bibin û xwe di wateya cewherîn de bi pergal bikin, wê bandorê li hemû Kurdistanê bikin. Her qezenca kurdan, li gor zîhniyeta serdest a Tirkiyeyê binketin û pirgirêkek mezin e, lewma jî dixwazin pêşî li encamgirtina têkoşîna kurdan bigirin. Kurd xeta têkoşîna xwe ji hemû muxalefet û hêzan cudatir didin meşandin.”

BÊ RÊXISTIN IN

Welat di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên sûriyeyî û da zanîn ku heke rêxistinbûnek jinên sûriyeyî hebûya, dê îro rewşa Sûriyeyê wîsa nebûya. Welat, destnîşan kir ku têkoşîna jinên Sûrî ji bo ku dawî li şer bînin û pêşî li şerê navxweyî bigrin hebe jî pir kêm e û wiha got: “Asta têkoşîna wan têra lêgerîna aştiyê nake. Di bingeha rêxistinbûna wan de zanebûnek bîrdozî tune. Bi piranî ji bo piştgriya malbatî tevli dibin. Bi plan û proje tevnagerin. Li ser bingeha hestyariyê têkoşînê didin, lewma jî nikarin encamek rast bi dest bixin. Jinên sûriyeyî ji ber ku li ser bingehê aştî û demokrasiyê rêxistinbûna xwe ava nekirine nikarin bigihîjin yekitiyê. Jinên ku di nav Heyet-il Tensîq de cih digrin, hinekî rêxistinkirî ne, bes ne ewqas bi bandor in û hejmara wan ne zêde ye. Asta têkoşîna jinên sûriyeyî pir bêbandor û lewaz e. Wek mînak dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku cihê jin lê buye, her encamên erênî derketine. Lê li Sûriyeyê ev rastî derneketiye, ji ber ku di nav vê têkoşînê jin gelek kêm in.”

SERHILDANÊN ROJAVAYÊ

Welat, daxuyand ku di serhildanên Rojavayê de roleke girîng a jinên kurd heye û wiha bilêv kir: “Temenê berxwedana jinên kurd li vir xwedî kevneşopiyeke kevn e. Jina kurd di asta pêşengtiyê de pirê caran xwe feda jî kiriye. Li ser vî bingehî jina kurd di bin sîwana Yekîtiya-Starê de xwe bi rêxistin kiriye. Dixwazin ji pêvajoya demokratîkbûn û avakirina pergala xweser re bibin pêşeng. Jixwe di dema pêşiya me de jî dikarin rolek girîng bilîzin. Hîna zêdetir dikarin xwe bi jinên din ên sûriyeyî bidin naskirin, bi parvekirin û hevgirtinê re jinên li Rojhilata Navîn hembêz bikin. Têkoşîna ku jinên kurd îro didin meşandin, ji bo avabûna pergala alternatif ku em dixwazin li herêmê avabikin, dikare bibe hêzeke mezn. Her wiha dikare ji bo hemû jinên cîhanê bibe mînak. Ev pergal çiye? Di nav xweseriya herêman de xweseriya jinan avakirin e. Di Rojavayê Kurdistanê de jinên kurd pêşengtiya şoreşê dikin.”

RÊXISTINBÛN GIRÎNG E

Welat, got ku li Sûriyeyê jinên Ereb jî xwedî kevneşopiyek têkoşînê ne, wek mînak Sena Heydelî, Hemîde Mistefa Tahîr û hwd, wan jî ji bo welatên xwe, cangorîtî kirine û li ser vê mîrasê jinên ereb jî dikarin pir xurt xwe birêxistin bikin. Şîrîn Welat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên kurd îro li jêr xwe di bin sîwana Yekîtiya-Starê de birêxistin dikin û ji bo di Xweseriya Demokratîk de Xweseriya Jinê pêşbixin, têkoşîna xwe xurt dikin. Ezmûn û tecrûbeyên mezin jî hene ku divê jinên kurd û sûriyeyî jê sûdê werbigrin. Di dîrok û roja me ya îro de jî gelek şoreş pêk hatine, encex di nava şoreşan de rewşa jinê qet neguheriye, betir xirab bûye. Ji ber vê jî jinên kurd ji bo mafên xwe yên netewî têkoşînê didin, ji aliyekî de jî xweseriya xwe diparêzin. Wek mînak di nav Xweseriya Demokratîk de wê maf û hiqûqa jinê çibe, dikare li ku derê cih bigre? Jinên kurd ji bo bersiva van pirsn amadekariyên xwe dikin. Saziyan ava dikin; komîteyên parastinê, yên aborî, tendirustkirin, perwerdeyî ya jinan tê saz kirin. Jinên kurd Akademî, Malên Jinan, cihên perwerdeyê û birêxistinkirinê vedikin û xebatên xwe didomînin. Em hêvîdarin ku xebatên bi vî rengî xurtir û bihêztir bibin.”