Li Sûra Amedê çaremîn Navenda Jinan

Li Sûra Amedê çaremîn Navenda Jinan

Şaredariya Sûrê ya Amedê navendek din li Navendên Piştgiriyê ya Jinan ku ji bo îstîhdama jinan vekiribû, zêde kir.

Di bin bana şaredariya Sûrê de bi armanca ji jinê qada îstîhdamê ve û jin bibin xwedî pîşe Navenda Piştgiriyê ya Jinan (KADEM) vekiribû û xebatên xwe dimeşîne. KADEMê çaremîn navenda xwe ya li bajaroka Çarikli vekir. Cigira Şaredar Gulbahar Ormek û endamên Meclisê Semra Turan, Azîze Kutlu der barê xebatan de agahî dan.

Ji mamosteyên kursê Turkan Irmakli der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku armanca wan a dayîna van kursan ew e ku ku jinan aktîftir bikin û piştigiriyê bidin jiyana wan a civakî.

Irmakli wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi xêra vê jin dikarin li ser piyê xwe bimînin. Di vê civaka baviksalarî de xwe zêdetir aktîf dikin û armanca me jî li ser vê yekê ye. Kursên em li vir didin der barê hunera destan de ye. Di kursê de hilberînên wekî seramîk, morîk û hwd ne. Ev hilberîn tên firotin û di awarê aborî de piştgirî dide jinan. Ev yek jî jinan motîve dike. Ev yek me jî kêfxweş dike. Em dê heta dawiyê xebatên xwe yên bi vî awayî bimeşînin.”