Li Stûttgart û Frankfûrtê bi lêdana pîspîskê edalet hat xwestin
Li Stûttgart û Frankfûrtê bi lêdana pîspîskê edalet hat xwestin
Li Stûttgart û Frankfûrtê bi lêdana pîspîskê edalet hat xwestin
Li bajarên Elmanya Stûttgart û Frankfûrtê, bi pêşengiya jinên Kurd çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin.
Ji bo komkujiya li Parîsê bê ronîkirin mîna her hefteyê vê Çarşemê jî li bajarên cuda yên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, bi organîzeya Komeleya Çanda Mezopotamya û Însiyatîfa Jinên Kurd li Stûttgartê li ber Konsolosa Fransayê çalakî pêk hat û jinan li pîspîskan xistin.
Di çalakiyê de çîroka jiyanê ya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, hat xwendin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê ya li pêşberî komkujiyê nîşaneya "hevkariya qirêj" e.
Çalakgerên ku ji bo balê bikşînin ser komkujiyê her hefte serî li rêbazeke cuda didin, wê hefteya bê çalakiya "jina sekinî" pêk bînin.
Li Frankfûrtê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara li Bokûnheîme Warte li pêş Konsolosa Fransayê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya li vê derê de jî Kurdistaniyan li pîspîskan xistin û bala derdorê kişandin ser çalakiyê.
Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî belavok hat xwendin û jinan destnîşan kirin ku heta komkujî zelal bibe, ewê çalakiyên xwe dewam bikin.