Li Stockholmê şîddeta li ser jinan hate protestokirin
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye şîddeta mêran a ser dijî jinan hate protestokirin.
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye şîddeta mêran a ser dijî jinan hate protestokirin.
Saet di 14.00’an de komek Kurdistanî li Rêya Drottnîngsatanê ya li Stockholma Swêdê çalakiyek li dar xistin.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Amarayê Ayşe Goktepe diyar kir ku ji ber pandemiyê şîddeta li ser jinan zêde bûye.
Çalakgeran alayên Tevgera Jinên Kurdistanê (TJK) û pankartên li dijî şîddeta li ser jinan hildan û xwestin şîddeta li ser jinê were sekinandin.