BI DÎMEN

Li Stockholmê şeva jinan: Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e

Şeva jinan a ku bi dirûşma "Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" û "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye" Li Stockholmê bi coş hat lidarxistin.

Meclîsa Jinan a Amara ku li paytexta Swêdê Stockholmê xebatên xwe dimeşîne, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya îsal bernameyeke taybet a jinan amade kir. Bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” şevek bi coş a jinan hate lidarxistin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtinê berdewam kir û piştre li ser navê Rêxistina Banê ya Sara Ayşe Dîdar axivî û got: “Em 8’ê Adarê di bin siya şer û komkujiyên li ser jinan de û bi têkoşîna jinê ku weke rojê li hember vê siyê bilind dibe, pêşwazî dikin. Li dijî hişmendî û pergala serdest a mêr ku mîna zivistaneke tarî hewl dide jin û mirovan dorpêç bike û bifetisîne, jin weke mizgîniya biharê hêviyê dide û rengê xwe dide jiyanê."

‘AZADIYA RÊBER APO’

Ayşe Dîdar bal kişand ser pêngava azadiya ya ji bo  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Azadiya Rêber Apo, azadiya me jinan e. Pêngava 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ev pêngav ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û bi taybetî em jin divê ji bo serkeftinê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewma em jin dibêjin; Azadiya Rêber Apo, azadiya jinan e! Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinan wê dawî li pergala êşkenceya 25 salan bîne.”

Hunermend Gîrîn Hurrîcane, Asli Yalçinkaya, Koma Jinan a Yarsan û Evîn Akbaş derketin ser dikê. Menîce Yîgît helbesta ku ji bo dayikên şehîdan re nivîsî xwend.

DI NAVBERA 3-10’Ê ADARÊ RÊZE ÇALAKÎ

Meclîsa Jinan a Amarayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di navbera 3-10'ê Adarê de rêze çalakiyên weke "hevdîtina jinan, fîlm, meş-mîting, panel, taştê û pêşandana şanoyê" li dar bixe.