Li Stockholmê lêgerîna jinên Kurd a edaletê dewam dike
Li Stockholmê lêgerîna jinên Kurd a edaletê dewam dike
Li Stockholmê lêgerîna jinên Kurd a edaletê dewam dike
Jinên Kurd ên li Swêdê, ji bo sê jinên Kurd ên li Parîsê di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin.
Jin li Meydana Medborgarplatsen Stockholmê hatin cem hev û careke din bang li hikûmeta Fransayê ki rku berpirsyarên rastîn ên komkujiyê ji raya giştî re aşkera bike û derxîne pêşberî dadgeriyê.
Di xwepêşandana Komeleya Jinên Kurd a Amara ya bi piştgiriya Ji bo Aştiyê Komeleya Jinan a Swêdê û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk de, li pêş pankarteke mezin a li ser wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hebû, find hat pêxistin.
Xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin û hemû jinên di têkoşîna li dijî mêtîngerî û zextê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.
Ferah Bozcali li ser navê Komeleya Jinên Kurd a Amara axivî û diyar kir ku tevî di ser komkujiya Parîsê re nêzî 11 meh derbas bûne jî di lêpirsînê de pêşketinek nîne û bêdengiya polîsê Fransayê nayê qebûlkirin. Bozcali got, "Bêdengiya li pêşberî qetilkirina sê jinên Kurd, hevkariya qetilkirinê ye. Em ji Hikûmeta Fransayê dixwazin ku bûyerê ronî bike, kujeran derxîne pêşberî dadgeriyê û ceza bike."
Bozcali got, "Ew weke sembolên aştî û azadiyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên polîtîk, ji bo sîstemeke civakî ya wekhev û azad têkoşiyan. Komkujî sûcekî li dijî aştiyê, gelê Kurd û pêvajoya aştiyê ya di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de ye. Ev komkujî di heman demê de êrîşek li hemberî jinên cîhanê yên ji bo wekheviyê têdikoşin e." Bozcali da xuyakirin ku ew weke jinên Kurd bi biryar in di rêya Cansiz, Fîdan û Şaylemez de bimeşin û têkoşîna wan bigihêjînin serketinê.
Li ser navê, li ser navê Aştiyê Komeleya Jinan a Swêdê Rosî Bjoklûnd jî li dijî zextên civaka bavkanî û emperayalîzmê bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan û destnîşan kir ku ji bo dewleta Swêdê polîtîkayeke xizmetî aştiyê bike bişopîne, wezîfeyên girîng dikeve ser milê jinan. Bjorklûnd bibîr xist ku dê di sala pêş de hilbijartinên giştî werin kirin û got, "Divê em zextê li partiyên siyasî û hikûmetan bikin ku têkiliya xwe ya bi DYA re qut bike û ji bo aştiyê bikeve nava hewldaneke aktîf."
Piştî ku anî ziman, ku ji bo aştiyê divê jin ji malan dakevin kolanan, bi Îngilîzî stranek li ser têkoşîna jinan got. Jinên Kurd jî stranên Kurdî gotin. Xwepêşandan bi tililî û dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Komeleya Jinên Kurd a Amara da xuyakirin ku ji bo lêgerîna xwe ya ji bo sê şoreşgerên jin bidomîne, wê roja Çarşemê saet di 16:00 de li Meydana Medborgarplatsenê xwepêşandanekê lidar bixe. Komeleyê bang li hemû jinên Kurd, parêzvanên mafên mirovan kir ku beşdarî xwepêşandanê bibin û têkoşînê bilind bikin.