Li Stockholmê jinan DAIŞ protesto kirin

Li Stockholmê jinan DAIŞ protesto kirin

Baskên Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Partiya Çep, Partiya Xiristiyanên Demokrat ên Jinan, Federasyona Neteweyên Yekbûyî, Di Civakê de Mafê Jinan (TRIS) Komeleya Fadîme û Pela ti carî ji bîr neke, Federasyona berî her tiştî Zarok, Komeleya Humanîstan, Federasyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî û Tora Jinê ya li dijî Tundiya ji ber Namûsê jî di nav de 19 rêxistinên jin, zarok û mafên mirovan, bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê, li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek lidar xistin. 

Xwepêşandana şermezarkirina çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, li Meydana Sergelê pêk hat.

Di axaftinên li ser navê rêxistinên xwepêşandan organîze kirin de, ji bo rawestandina komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin, azadkirina jin û zarokên Êzidî û dawî li dorpêçiya Kobanê bê anîn banga destwerdanê li Neteweyên Yekbûyî hat kirin û hat xwestin ku dewleta Tirk êdî bes alîkariyê bide çeteyên DAIŞ'ê.

Her wiha hat bibîrxistin ku bi hezaran jin û zarokên Rojavayî ji xaka xwe hatine dûrxistin, beşek jê li ser sînorê Tirkiyeyê tên sekinandin û hat xwestin, ku ji bo komkujiya li dijî gelê Kobanê bê astengkirin, dest li çeteyên DAIŞ'ê bê werdan.

Sekretera Giştî ya Federasyona Neteweyên Yekbûyî Linda Nordîn di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku herî zêde Êzidî, Kurd, Suryanî û hindikahiyên din dikevin bin bandora êrîşên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê û bang li hemû welatên endamê Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo rawestandina DAIŞ'ê bikevin nava tevgerê.

Di çalakiya ku hunermendên Swêdî, Îranî û Kurdistanî jî derketin ser dikê de, xwepêşandêran dowîzên bi nivîsa "Kobanê biparêzin" hildan.

LI PARLAMENTA SWÊDÊ SEMÎNER

Federasyona Jinên Asûrî, Komeleya Jinên Kurd a Amara û Komeleya Jinên Elewî jî di nav de nêzî 10 komele û sazî, wê di 2'ê Cotmehê roja Pêncşemê li avahiya parlamentê, li ser mijara revandina jinên Êzidî û rewşa dawî ya li herêmê panelekê lidar bixin.