Li Stockholmê ji bo 3 jinên Kurd ên hatin qetilkirin edalet xwest

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Swêd Stockholmê kom bûn, dewleta Tirk a  kujerê Parîs û Silopiyayê ye lenet kirin. Ji bo jinên Kurd ên hatin qetilkirin daxwaza edaletê kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên saet 11:00’an li Parka Hûmlegardenê kom bûn ji bo protestokirina dewletra Tirk a qatilê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tegera Ciwanan Leyla Şaylemez û dewleta Fransa a qetlîamê dinixûmîne meş û mîtîngek kirin.

Çalakvanên ber bi Parka Kûngstradgardenê ve meşiyan di meşê de bê navber dirûşmên ‘jin, jiyan, azadî’, ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ û ‘Edaletê dixwazin’ qîr kirin.

Her wiha di çalakiyê de li gel hildana wêneyên 3 jinên Kurd wêneyên endama PM’ê ya DBP’ê Sêvê Demîr, aktivîsta Kongreya Jinên Azad Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayir ên 5’ê Çileya 2016’an li Silopyayê hatibûn qetilkirin jî hate hildan.

Li ser navê Yekîtiya Jinê ya Sara Ayşe Goktepe axivî û anî ziman ku tevî 7 salin li ser qetlîamê re borî ye hê jî daxwazên edaletê yên Kurdistanî û dostên wan bi cih nehatiye, qatilên rast nehatine darezandin.

Goktepe diyar kir ku li gorî belgeyên heyî 3 jinên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin û got: “Em ji vir carekî din bang li hikûmeta  Fransa dikin. Eger ku berpirsên vê qetlîamê dernakevin, hûn jî hevkarên sûc in. Bêdengiya we tê wateya hevkariyê.”

Ji Însyatîfa Aştiyê ya Jinê Latîfe Fegan jî diyar kir ku qetilkirina Cansiz, Dogan û Şaylemez parçeyek ji polîtîkayên dijminahiya jinê ya dîktator Erdogan e.

Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku divê kujerên jinan ên dewleta Tirk li Parîs û Silopyayê kirî bên diyarkirin û bên darezandin.

Di dewama çalakiyê de ji Partiya Çep endama Meclîsa Şaredariya Gavle Jin Hajo Akgul jî axivî.

Jinên Kurd û Swêdî yên tevlî xwepêşandanê bûn ji ANF’ê re axivîn, daxwaz kirin ku divê berpirsên qetlîama Parîsê bên darezandin.

Jina bi navê Johanna Suh anî ziman ku qetilkirina sê jinên Kurd a li Parîsê tê wateya ku gefeke li dijî hemû jinan û got: “Ez weke femînîstekê li dijî zextên li hember jinanim.”

Skatta Erîcsson jî diyar kir ku dewleta Tirk li welatekî Ewropayê qetlîameke mezin kir û got: “Şervanên Azadiyê qetil kir. Erka me bicihanîna xeyalên şehîdan û bibîrxistina qetlîamên dewleta Tirk e.”

Endama Meclîsa Şaredariya artiya Moderat (Muhafazekar) Makbûle Çolak bibîr xist ku bi qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê dewleta Tirk xwestyiye jinên Kurd bitirsîne. Çolak got: “Xwestin vîna me bişkînin û me jihev bixin. Nekarîn vê bikin. Wê têkoşîna me hê xurtir dewam bike.”