Li Stenbolê jineke din hat kuştin
Li Stenbolê jineke din hat kuştin
Li Stenbolê jineke din hat kuştin
Li navçeya Umraniye ya Stenbolê jina bi navê Fatma Şerban a 34 salî li mala xwe ji aliyê kesekî ku nasnameya wî nayê zanîn ve hat qetilkirin.
Li taxa Çamlik Umraniye li kolana Keten, Fatma Şerban a 34 salî li mala xwe ji aliyê kesekî ve hat qetilkirin. Peywirdarê avahiya ku Şerban lê dima, pê hesiya ku deriyê Şerban vekiriye û li ser vê yekê agahî da polîsan. Dema polîs hatin cihê bûyerê dîtink u qirika Şerban hatiye jêkirin. Cenazeyê Şerban rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniyeyê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.