Li Şirnexê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin
Li Şirnexê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin
Li Şirnexê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin
Li taax Îsmet Paşa ya Şirnexê jineke bi navê Hulya Urun ji aliyê hevserê xwe Omer Urun ve, bi kêrkirinê hat kuştin. Hat ragihandin ku Omer Urun 18 caran hevsera xwe bi kêr kiriye.
Hulya Urun a her tim li lêdana hevserê xwe rast dihat, timî gef lê dihat xwarin. Hat ragihandin ku Urun beriya çend mehan xwe li mala stargeha jinan girtibû û bi navbeynkariya malbatan, bi hevserê xwe re li hev hatibû.
Hat ragihandin, piştî ku Omer Urun bi 18 darbeyên kêrê hevsera xwe kuşt, 11 caran jî kêr li xwe da. Urun piştî dermankirina li nexweşxaneyê, hat binçavkirin.