Li Silêmaniyê şehîdên Parîsê, Elham û Roza hatin bibîranîn

Li Silêmaniyê bi merasîmekê sê jinên şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û Rewşenbîr Elham Mensûr û Roza Luksemburg hatin bibîranîn. Di bîranînê de xelata jinên şoreşger hate dayîn.

Li Hola Azadî ya Silêmaniyê bi pêşengiya kampanya 'Dijî Dagirkeriyê û kuştina jinan bêdengiyê bişkêne' Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, Rewşenbîr Elham Mensûr û têkoşera sosyalîst Roza Luksemburg hatin bibîranîn.

Gelek kes beşdarî merasîmê bû. Merasîmê bi deqek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre ji aliyê malbatên şehîdan ve mûm hatin pêxistin.

Piştre jînnameya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Elham Mensûr û Roza Luksemburg hate xwendin. Piştre du sînevîzyonên li ser têkoşîna şehîdên Parîsê û Elham Mensûr hatin pêşandan.

Peyama Kampanya 'Dijî Dagirkeriyê û kuştina jinan bêdengiyê bişkêne' ji aliyê endama kampanyayê Dr. Wîjdan Nûredîn ve hate xwendin. Di peyamê de wiha tê gotin;"Şehîdên Parîsê bûn volkana geşbûna şoreşa jinan û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di xwerêveberiya demokratîk de bûn hêz û baweriya gel. Şoreşa jinan berhemên van jinên şoreşger bûn. Gelek rol lîstin. Bûne pêşengên pêşengîkirina hemû jinên cîhanê. Roza, Sakîne, Pakîze, û Elhaman nebûyan wê îro civaka me negihîştiyan vê astê ku hemû cîhan şanaziyê pê dikin."

Herwiha di merasîmê de peyama Komeleya Afretên Kurdistanê hate xwendin. Herwiha çend peyamên din jî hatin pêşkêşkirin.

Piştre xelata jinên şoreşger ku salane ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve tê dayin, pêşkêşî rewşenbîr û aktîvîst Dr. Wehbiye Şewket hate kirin. Dr. Wehbiye Şewket li navçeya Xurmatû sala 1949’an ya Selahedînê ji dayik bûye. Her wiha Şewket 37 pirtûkên wê hene.

Dayika Şehîd Diyar Xerîb, xelat pêşkêşî Dr. Wehbiye Şewket  kir. Piştî ku Dr. Wehbiye Şewket xelat kir axivî û qala dîtina xwe û Sakîne Şakîne Sansiz kir.

Di dawiya merasîma de Rêxistina Niwêger a ji bo pêşxistina hunerê berhemên xwe pêşkêş kir. Herwiha çend helbest hatin xwendin.