Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan
Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan
Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan
Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan pêk tê. Derhêner Dawa Newzat kêfxweşiya xwe ya ji ber vê festîvalê anî ziman û got, "Eger bi rêya vê kurte fîlmê karibim hinekî pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî yê jinan bînim ziman, ezê gelekî kêfxweş bim."
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê, 1. festîvala kurte fîlmên jinan duh saet di 15:00 de li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê destpê kir.
Serokê festîvalê Zana Heme Xerîb di vekirina festîvalê de bal kişand ser gavên erênî yên ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî û got, "Me ev festîval bi taybetî bi navê jinan lidar xistin. Di festîvala kurte fîlmên jinan de, derhênerên hemû fîlmên beşdar, jinên Kurd in."
Heme Xerîb da xuyakirin ku ew dixwazin di karê sînemayê de cih û rola jinan derxînin pêş û bi vî rengî li qada navneteweyî cihê xwe bigirin.
Derhêner Dawa Newzat jî di axaftina xwe ya li festîvalê de kêfxweşiya xwe ya ji ber vê festîvalê anî ziman û got, "Eger bi rêya vê kurte fîlmê karibim hinekî pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî yê jinan bînim ziman, ezê gelekî kêfxweş bim."
Festîvala ku dewam dike, dê îro bi dawî bibe.