Li Silêmanî konferansa 'Jin û Rêbertî' dest pê kir
Konferansa bi navê 'Jin û Rêbertî' ya ku ji hêla Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve tê lidarxistin, li Silêmanî dest pê kir.
Konferansa bi navê 'Jin û Rêbertî' ya ku ji hêla Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve tê lidarxistin, li Silêmanî dest pê kir.
Di konferansê de li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê arîşeyên siyasî, ekonomîk, civakî yên jinên Başûrê Kurdistanê werin gotûbêjkirin.
Konferans li Silêmanî, li hêwana konferansê ya Hunerê ya Talarî saet 10.00 bi tevlîbûna 150 delegeyî dest pê kir. Konferans wê tevahiya rojê berdewam bike.
Endama komîteya amadekar Şehen Mihemed diyar kir, konferansa wan di demeke wiha de ku li Başûrê Kurdistanê krîzên giran ên siyasî, ekonomîk û sosyal hene dest pê kiriye û got, armanc jî ew e ku balê bikişînin ser van krîzan.
Şehen Mihemed got: "Di nav van krîzan de herî pir jin tehdê dibîne. Tê xwestin ku vîna jinê di nav van krîzan de bi temamî were şikandin. Jin kêm têne dîtin û hêz, potansiyela wê tine tê hesibandin. Bi vê jî tê xwestin, ku jin ji hêla moral û manewî ve werin têkbirin."
Şehen da xuyakirin, ku ew bi perspektîfa Ocalan li meseleyan dinerin û wiha got: "Em bi perspektîfa Ocalan arîşeyan gotûbêj dikin. Ocalan hem balê dikişîne van arîşeyên gerdûnî û hem jî li ser hîmê azadiya jinê rêyên çareseriyê datîne. Lê ew hêza me heye ku em arîşeyên xwe yên siyasî, aborî û civakî gotûbêj bikin û rêyên çareseriyê deynin. Armanca me ew e ku çareseriya ku me ji bo van arîşeyan diyar kiriye pêk were û di xebatên vê biwarê de bibe destpêkek. Em dixwazin, ku jin di mijara çareseriyê de bibin pêşeng."