Li Sêrtê bernameya 8’ê Adarê hat aşkerakirin

Jinên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê pêk bînin, li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfîn bernameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kirin.

Jinên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wê mîtîngekê pêk bînin, li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfîn bernameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kirin.

Platfforma Jinan a Sêrtê ya ji pêkhateyên endamên jin ê weke HDP, DBP, Meclîsa Dayikan a Aştiyê, Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfîn a Şaredariya Sêrtê, Meclîsa Jinan a KESK’ê, ÎHD, MA-PER, TUHAD-DER, MEYA-DER hat avakirin, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajêr wê rêzeçalakiyekê pêk bînin bi civînekê çapemeniyê bernameya xwe aşkera kirin. Li gor vê, bi şîara, “Em bi jina li Kobanê li ber xwe dide xwe bi rêxistin bikin, jiyanê azad bikin” 8’ê Adarê li Qada Cumhuriyetê wê mîtîngekê pêk bînin. Di civîna çapemeniyê ya li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfîn pêk hat pêkhateyên Platforma Jinan a Sêrtê amade bûn. Civaknasa Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Berfîn Esra Celîle Asi Guneş a li ser navê platformê axivî got ku tevayî çalakiyên xwe yên wê îsal bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pêk bînin diyarî jinên Rojava û Kobanê dikin.

Guneş got, "Tevayî çalakiyên me yên ku em ê bi şîara “Bi jina li Kobanê li ber xwe dide, em xwe rêxistin bikin, jiyanê azad bikin” di serî de li jinên Kobanê û Rojava em diyarî tevayî jinên li cîhanê li ber xwe didin dikin.”

Bernameya 8’ê Adarê ya jinên Sêrtî wiha ye:

“1’ê Adarê Yekşem saet: 13.00 li Berwarî şahî

2’yê Adarê Duşem saet: 19.00 li Parka Bajêr a Orhan Dogan sînevîzyon û muzîk

3’yê Adarê Sêşem saet: 13.00 li Tîllo belavkirina qerenfîlan li jinan

4’ê Adarê Çarşem saet: 12.00 li navçeya Şîrwan şahiya jinan û panel

5’ê Adarê Pêncşem saet: 19.00 li Taxa Conkbayir sînevîzyon

6’ê Adarê În saet: 19.00 li Erûhê şahî

7’ê Adarê Şemî wê jinên li Kampa Şengal a Dûdêran bên ziyaretkirin

7’ê Adarê saet: 19.00 li Misirc şahî

8’ê Adarê Yekşem saet saet: 10.00-17.00 li Qada Cumhuriyet wê mîtînga 8’ê Adarê pêk bê.