‘Li ser xeta Sakîneyan em ê jin û civaka azad biafirînin’

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê îsal 8’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin, her sal festîvala jinan tê lidarxistin. Îsal jî ji aliyê 38 saziyên jinan ên ji Kurdistan, Tirkiye û Swîsreyê festîval li Zurîhê hate lidarxistin. Festîval diyarî Denîz Poyraz hate kirin a ku di 17’ê Hezîrana 2012’an de li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû kuştin.

Li qada festîvalê li ser bîlboardan qala têkoşîna Sakîne Cansiz û jinên têkoşer hate kirin. Li qadê konê dengbêjan û ji bo zarokan jî atolyeyên lîstikê hate avakirin.

Di festîvalê de li ser mijarên wekî naskirina bedena jinê, pêwistiya Peymana Stenbolê, dijwariyên entegrebûna sosyolojîk û çandî, bandora nijadperestî û pergala mêrserwer  a li ser civak û koçberiyê, berxwedana jinên koçber ên li Swîsreyê panel hatin lidarxistin.

Festîval bi rêzgirtina di şexsê Sakîne Cansiz de ji bo hemû jinên şehîd ên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û têkoşîna jinên cihanê dest pê kir. Di festîvalê de helbestên Sakîne Cansiz jî hate xwendin.

Di festîvalê de çalakgera TJK-E’yê Zozan Serhad ji ser têkoşîna Sakîne Cansiz bal kişand ser rola ku jin di şoreşa Kurdistan, Tirkiye û dinyayê de dikin û got “Vê festîvala me ya ku em bi şîara ‘Em li hemberî qirkirina jinan berxwedanê geş bikin’ li dar dixin, em ê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan bidomînin û em ê xeyalên wan a jina azad û civaka azad pêk bînin. Em vê sozê didin şehîdên xwe.”

Koordînasyona KJK’ê jî peyameke nivîskî ji festîvalê re şand û got “Li Rojava û herî dawîn li Efrîn û Şengalê jinên Kurd ên ku welatê wan hatiye dagirkirin, tên revandin, li bazaran tên firotin û bi êşkenceyan tên kuştin. Bi operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê re destkeftiyên jinan ên li Rojava, Bakur, Rojhilat, Şengal û Mexmûrê dibe hedef. Jin û ciwanên ku li hemberî şerê qirkirinê yên rejîma AKP û MHP’ê îro li Zap, Avaşîn û Metînayê bi berxwedana xwe derbên giran li dagirkeran dixin.

Divê em ji bîr nekin ku li hemberî ev qas dagirkerî û talanê, hebûna civakeke ku nikare xwe biparêze di xetereyê de ye. Berxwedana hevalên ku di girtîgehan de ji bo azadiya Rêber Apo ketine greva birçîbûnê, dixwaze pergala tecrîdê hilweşîne. Vê berxwedana li zindanan bi pêş dikeve, divê bi pêşengiya jinan dakeve nav civakê. Em berxwedana jinên li zindan, çiya, qad, dibistan û malan li hemberî hemû êrişên pergal mêrserwer li ber xwe didin, silav dikin. Em bang li jinan û hemû gelan dikin ku li hemberî polîtîkayên qirkirina Kurdan û talanê bila têkoşînê geş bikin û her derê bikin qada şoreşê.”

Di festîvalê de Kewê, Jala, Dîlan Top, Venge Destar, Hozan Gulan, Medî, POP Chestra derketin ser dikê.

Di heman demê de Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî bi wesîleya meha Mûharremê li qada festîvalê aşûre belav kir.

Festîval heta êvarê bi coş domiya.