Li Dersimê bîranîna komkujiya Parîsê: Kes nikare vê têkoşînê bi dawî bike

Rêxistina Dersimê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) sê jinên şoreşger bi bîr anî ku beriya 12 salan li Parîsê hatin qetilkirin. Di bîranînê de hişyarî hate dayin ku têkoşîn wê bê mezinkirin û kes nikare bisekinîne.

Ji ber salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, li Dersimê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî li bîranînê axivî û got, "Em ê têkoşîna Sakîne Cansiz li her deverê dewam bikin."

Di bîranînê de ku li Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê hate lidarxistin nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yê sivîl jî tevlî bûn.

Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû li bîranînê axivî û got, "Eger ev têkoşîn gihîştibe vê astê, di vir de keda hevala Sakîne gelekî zêde ye. Hevala Sakîne timî digot 'Jiyana min her tim têkoşîn bû'. Têkoşîn li dijî feraseta înkar û îmhakirina gelê Kurd meşandibû. Jiyana xwe feda kir. Rêya me ronî kir. Ne tenê hevala Sakîne. Têkoşîna her 6 hevalên me di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de xwedî cihekî girîng e."

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî anî ziman ku bi komkujiya li Parîsê re konsepteke nû kete dewrê û got, "Ji hingî ve li hemberî jinên Kurd şerê taybet tê meşandin. Hevalên me yên mîna Hevrîn Xelef hatin qetilkirin. Mîna sûîqest, komkujiyên beriya niha, aqlê dewletê dixwaze doza Parîsê jî tarî bimîne. Em ê vê yekê di tarîtiyê de nehêlin û têkoşîna wan dewam bikin."

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî jî ragihand ku dewlet naxwaze jin xwe bi rêxistin bikin û got, "Qetilkirina hevalên me yên jin li Parîsê dewama vî mejî ye. Hevalên me Nagîhan Akarsel, Hero Bahaddîn, Gulistan Tara jî bi taybetî hatin hilbijartin û qetilkirin. Eger em ewqasî qala têkoşîna jinê dikin, em dikarin bibiêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' di vir de keda van hevalan heye. Em ê ala wan ti carî li erdê nehêlin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Kes nikare vê têkoşînê bi dawî bike."

Piştî bîranînê girseya gel wê biçe ser gora Sakîne Cansiz a li Goristana Asrî ya li navenda Dersimê.