Li ser sînorên goristan 'qaçaxçîtiya' keçek Kurd...

Li ser sînorên goristan 'qaçaxçîtiya' keçek Kurd...

Gerîlaya Kurd Berfîn Rojda, di sala 1990’ê li bajarê Selmasa Rojhilatê Kurdistnaê ji dayîk bûye û di zarokatiya xwe de tevî birayê xwe dest bi karê çêkirina ferşan dike. Piştre, di 12 saliya xwe de dîsa tevî birayê xwe dest bi karê “qaçaxçîtî” ya ku yekane debara Kurdên li ser sînoran e, kir.

Salane bi dehan Kurd li ser van sînoran tê kuştin. Êdî ne sînor in, bûne mîna goristanan. Li gorî daneyên ANF’ê sala 2012 19 kes, 2011 nêzî 100 kes (ji bilî Roboskî), 2010 68 kes û di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser van sînoran ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîmên Tirk û Îranê ve hatin kuştin.

Gerilaya Kurd Berfîn Rojda ya bi navê Beyaz Hesuyan sala 1990’ê li gundê Stûreş yê girêdayî Selmasê ji dayîk bûye. Malbata wê newelatparêz e. Berfîn Rojda nexwendiye û ji ber rewşa malbatê ya aborî ji deh saliya xwe, bi birayê xwe re, dest bi ferşçêkirinê kiriye.

Ew û birayê xwe li ber destê Eceman fêrî ferşçêkirinê dibin û li wir dixebitin. Ji tirsa êşa xîzaniyê neçar dimînin lêdan û heqareta Eceman tehemul bikin. Tenê du rê li pêşiya wan heye, yan wê dev ji wî karî berdin û berê xwe bidin karekî dîtir, yan jî ew ê li hemberî lêdana Eceman bê deng bimînin. Berfîn heyanî 12 saliya xwe karê ferşê dike û ji ber wî karî di pişt û çavê xwe de zerarê dibîne.

BERFÎN DI 12 SALIYA XWE DE DEST BI QAÇAXÇÎTÎYÊ DIKE

Berfîn neçar dimîne ku bi birayê xwe re dest bi karê “qaçaxçîtî” bike. Temenê wê biçûk e, nikare bar rake û newêrê xwe nêzî hespan bike. Bi demê re hêdî-hêdî fêr dibe. Berfîn ji bo ku neyê naskirine ew jin e û qaçaxçîtî dike, cil û bergê xortan li ber xwe dike.

Tenê malbata wê dizane ku ew qaçaxçîtî dike. Ew herî zêde qaçaxçîtî li Kelareşê, Başkele, û Pîranê dikin. Keça Kurd Berfîn qala wan rojan dike û diyar dike ku wan qaçaxçîtiya şekir, mazot, cigare û tiştên hûr dikirin. Berfîn gava ku qaçaxçîtî dike wê demê gerîlayan dinase û wiha behsa naskirina ji gerîla dike;

“ Malbata me ne welatparêz bû. Min berê heval nas nedikirin. Tenê min ji dûr ve navê wan bihîstibû. Gava ku em diçûn qaçaxçîtiyê hevala em dîtin û gelekî matmayî man, ez çawa qaçaxçîtî dikim. Li hemberî vê yekê jî nerazîbûna xwe anîne ziman û xwestin ku ez qaçaxçîtî nekim. Nêzîkatiyên hevalan gelekî bandor li ser min kirin. Bi taybet dema min bihîst jin jî cihê xwe di nava gerila de digirin û li çiyan şer dikin, ji min re bû mijara mereqê.”

Berfîn piştî ku vedigere gund têkiliyên wê bi gerila re çêdibin. Nêzîkatiyên civakê ji jinê re bala wê dikişîne û naxwaze çarenûsa wê jî mîna jinên dîtir be. Berfîn Sala 2008’an biryar dide û tevlî nava refên gerila dibe.

Berî her tiştî ew hesreta xwendin û nivîsandine di dilê wê de nemaye û xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiriye…