Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
Li Semsûrê jinek ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
Li Semsûrê jinek ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
Jina bi navê Merve Daşcan (26) a li Taxa Bahçelîevler a Semsûrê dijiya, ji hêla hevjînê xwe Ekrem Daşcan ve bi çekê hate qetilkirin. Faîlê ku hevjîna xwe li ber çavên zarokên xwe yên 1, 4 û 7 salî qetil kirî, piştî cînayetê bi heman çekê întîhar kir. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê diyar kirin ku Merve Daşcan û faîl Ekrem Daşcan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.
Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Zarok jî birin Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajar a Semsûrê.