Hat ragihandin ku keça Kurd a ji Makoyê ku li Selmasê dixwend, ji aliyê hin kesan ve hat revandin. Piştî hat tecawizkirin, hat kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, termê keça bi navê Mehnas Qenedkanlo 2 roj berê li ser şeqama bajarê Selmasê hatiye dîtin.
Qenedkanlo ya ji Makoyê, li bajarê Selmasê dixwend. Di dema xwendinê de ji aliyê du kesên ku tê gotin birayê hevin hat revandin û paşê hat tecawizkirin û herî dawî jî hat kuştin. Hat ragihandin ku kujer hatine girtin.