Li Salzgîtterê jinan ji Guven re qert şandin
Li bajarê Elmanya Salzgîtterê komeke jin ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven a di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, qert şandin.
Li bajarê Elmanya Salzgîtterê komeke jin ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven a di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, qert şandin.
Endamên Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo ji bo Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 83 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, bi komî qert şandin.
Jinan berxwedana Leyla Guven silav kir û peyamên piştevaniyê şandin.