Li Rûsyayê tecrîda li dijî Ocalan hat protestokirin

Jinên Kurd ên li navçeya Paltînîrovka ya herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn, tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li navçeya Platînîrovka ya herêm Krasnodar a Rûsyayê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Di çalakiyê de hevseroka meclîsa Kurd Dîlbera Mihemed axivî û got ev 3 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û ev jî gelê Kurd dixe nava fikaran. Mihemed wiha domand; “Tecrîda girankirî  ya li dijî Rêber Ocalan her diçe zêde dibe û mafê hevdîtinê yê malbat û parêzeran jî tê binpêkirin.”

Hevseroka Meclîsa Kurd Dilbera Mihemed bang li saziyên navnetewî, dewleta Rûsya û gelê Kurd kir ku li dijî vê rewşê bêdeng nemînin û daxwaz kir ku CPT ji bo hevdîtinan bikeve nava hewldanan. Mihemed got; “Gelê Kurd wê tu caran pêkanînên faşîst ên dewleta Tirk qebûl neke û wê her tim ji bo Rêberê xwe têbikoşe.”

Jinên Kurd ên beşdarî çalakiyên bûn ragihandin ku wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê çalakiyên xurt li dar bixin.