Li Rotterdamê jinên ji gelên cûda li dijî tundiyê bûn yek deng

Li Rotterdamê jinên ji gelên cûda li dijî tundiyê bûn yek deng

Biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê li bajare Hollanda Rotterdamê , rêxistn3en jinan ên ji gelên cûda di meş û mitîngek ya hevpar de gihan hev. Piştî çalakiya ku ji aliyê platforma hevpar ya ji rêxistin û komeleyên jinan ên li Rotterdamê pektê organize kir, çalakiyên hatin kirin, mînakên piştevaniya navbera çandan hatin pêşandan. Jinên Kurd jî di çalakiyê de bi tabeleya “Bila komkujiya Parîsê bê ronî kirin” beşdar bûn.

Bi tevlîbûna Weqfa Jinên Azad ên Navnetewî, Weqfa Jinan a Hêlin, Konferansa Jinên Cîhanê, SKB, Jinên Nû, nûnerên jin ên Komeleya Elewiyan, Platforma 8’ê Adarê ya jinên Gabriela, Efxan, Îran, Faris û Bellûcî têde cihê xwe digirin pêkhat. Jinên Kurd ên ji Dordrecht, Rotterdam, Den Haag û Arnheimê hatîn beşdarî çalakiyê bûn.

TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA JINBÛYÎNÊ YE

Çalakiya ku li di demjimêr 14:00’an li Binnenwegplein destpêkir, nûnerên rêxistin û yekitiyên jinan têkildarî 25’ê Mijdarê axivîn. Rêvebera Weqfa Jinên Azad Dîlek Kurt axivî û got: “Em bûn keça dayîk û bav ê xwe, em bûn xwşika birayê xwe, em bûn hevjîna zilamê xwe, lê belê em nebûn em bixwe. Aha têkoşîna jina Kurd jî têkoşîna jinbûyînê ye.” Banga têkoşîna hevpar kir.

Di danezana ku jia liyê Komîteya Amadekar ya çalakiyê ve hevpar hatî amadekirin de, cih da berxwedana jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê. Bal kişande ser ku,li Rojava jin pêşengên şoreşa Rojava ne.

LÊGERÎNA EDALETÊ DI VÊ ÇALAKIYÊ DE JÎ DOM KIR

Jinên Kurd têkildarî Komkujiya Parîsê lêgerîna xwe ya edaletê di vê çalakiyê de jî berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatîn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û alên KJBê hilgirtin. Di çalakiyê de xwişka Sakîne Cansiz Ferîde Cansiz jî amadebû.

Li qada mitîngê danezana hevpar ya Weqfa Jinên Azad û Weqfa Jinan ya Hêlin ya bisernavê “Jib o Têkoşînekî hevpar gelek sedemênme hene” bilav kirin.

JINÊN HOLANDÎ SLOGANÊN ‘JIN JIYAN AZADÎ’ QÎR KIRIN

Piştî axaftinan jin ji Navenda Rotterdamê ber bi Grote Kerkpeinê ve meşiyan. Slogan “Jin, Jiyan, Azadî” ya jinên Kurd qîr kir, jinên Tirkiyeyî, Faris, Belûcî, Efxan, Holandî jî qîr kirin.

Piştî meşê balonên navê jinên hatî qetilkirin li ser heyî firandin esîman.

Piştre jî li Salona Geouw De Heuvel jî çandên welatên cûda gihan hev.

Tîlîliyên ku jinên Rojhilata Navîn avêtin, bi dansa jinên Ewropî, Efrîqî û jinên din jî şirîkatî kirin.