Li Rojava gundê jinan: Jinwar

Piştî hegemoniya hezar salan a li ser pişta jinê ya ku ji aliyê desthilatdariya hişmendiya baviksalarî hatibû kirin, îro li ser axa Rojava û Mezopotamyayê careke din heqîqeta jinê şax vedide.

Em îro ji serdema Neolotîk bi hezar salan dûr in; lê bîr, nirx û çanda jinê bi avakirina yekemîn gund re neperçiqiye û nîşana wê jî li gundên Jinwar ronahiyê dide.

Navê Jinwar di demên dawî de pir hat bikaranîn û gelek rapor li ser wê hatin amadekirin, wek ku ji her kesî re bû meraq, ji me re jî bû meraq. Me bi komek jinan re berê xwe da gundê Jinwar. Gund li Rojavayê bajarê Dirbêsiyê dikeve. Di rê de jinekê bi awayekî jixwebawer got: ‘Em diçin gundê xwe.'

Dema em nêzî gund bûn pir ji xwezayê ne dûr bû, rengê gund û axê wekî hev bû, heta mirov nêz nebe nizane gund heye yan na, xaniyên ku hatine avakirin ji kelpîçên axê ne, li ser erdê gund bi xwe mal ava kirine. Di lêkirina xaniyan de derdikeve holê ku çawa jin dikare derfetê avakirinê biafirîne, bêyî ku hewce be alavan ji derve bîne yan ne ji xwezayê bi xwe be.

GUNDÊ JINÊ

Wekî ku tê zanîn di Şoreşa Rojava de û di berxwedaniya hemberî DAÎŞ'ê de jinan roleke sereke lîstin û her li pêş bûn. Di heman demê de gelek sazî û akademiyên jinan hate avakirin. Li gorî ku ji me re gotin ev gund piştî nîqaşên ku komên jinan bi hev re kirine, biryar hatiye dayîn ku dive gundekî jinê were avakirin. Niha jî wek me dîtî êdî lêkirina gund ber bi dawiyê ve diçe.

Evîn Swêd berdevka Kongra Star e ya ku li Bakurê Sûriyeyê mezintirîn saziya jinê ye got ku “Niha gundê jinê şaş tê ragihandin. Em ne wek tevgerên femînîst ên cînsperest in, mebesta me ev e ku gund heqîqeta jina rast a dîrokê derxe holê û bibe pişta hemû jinên ku maf û keda wan tê xwarin."

Li gorî plansaziya gund wê dibistanek û hemû derfetên jiyanê were avakirin. Lê ya ku her kesî li ser wê li hev kiriye, kesên di gunde dijîn ew ê debara xwe ya rojanê bi çandinî û dar û beran ava bikin.

Dema em di nav gund re geriyan, çavên me li tevn û şêweyan ketin yên ku bi destan tên çêkirin. Xuya ye wê di gund de her tişt bi afirandina destan be. Dema me ji bo nexweşxaneyê jî pirsî, gotin wê dermanê me jî wê xwezayî be û çawa ku dayîkên me dermanan naxwin, em ê jî wê şêwazê bi pêş bixin.

Rêzdar Ocalan di pirtûkên xwe de nîşan dide ku jin yekemîn çîn e ku di serdema Sumeran de ketiye bin penceyên dagirkeran û heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Rast e gundê Jinwar nikare bersiva hemû pirsgirêkên civakê bide, lê gaveke pîroz e. Li navendeke ku hemû pirsgirêk li wir çareser dibin, ji ber ku me coş û heyecana jinan dît. Di vê projeyê de me dît ku jin çiqas xwedî hêz in û afirîner in.