Li Rojava çalakiyê 25’ê Mijdarê didomin

Li Rojava çalakiyê 25’ê Mijdarê didomin

Li Serêkaniyê, Efrîn û Kobanê çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi tevlîbûna sedan jinên ji hemû pêkhateyan hatin lidarxistin.

SERÊKANIYÊ

Rêxistina Yekîtiya Star li Serêkaniyê bi munasebeta roja tekoşîna li dijî tundiya ser jinê meşek lidar xist. Meş bi tevlîbûna sedan jinên Kurd, Ereb, Çeçen û Xiristiyan ji navenda Perwerde û Zanista Jinan destpê kir. Jinên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên jinên berxwedêr û rengên kurdî hildabûn, pankartên bi nivîsên "Ji tundiya li ser jinan re na, ji destdirêjiyê re na" hatin rakirin û heta meydana Şehîd Rûstem Cûdî, meşiyan.

Li vir jin kom bûn û  deqîqeyekê rêzgirtin. Piştre Endama Yekîtiya Star Çîçek Dêrik axivî û hemû cûreyên êrîşên li dijî jinan şermezar kirin. Çîçek Dêrik bibîr xist ku, jinên Rojavayê Kurdistanê gavin mezin li ser rêya azadiya jinan avêtine û di hemû saziyan de xwe birêxistinkirine. Li ser navê jinên xiristyanî jî Huda Kerkozî axivî û got ku, ew li dijî hemû cûreyên tundiya li ser jinê ne û dê heta dawî li ber xwe bidin. Huda berxwedana jinên Rojava û bi taybet YPJ'ê silav kir.

Piştî axaftinan jinan bi durişmeyên silavkirina berxwedana jinên Rojava dawî li çalakiya xwe anîn.

EFRÎN

Bi heman armancê li Efrînê Enstûtiya Wêje û Zimanê Kurdî ya Viyan Amara, Rêxistina Jinan a Saziya Zimanê Kurdî, Yekîtiya Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şorşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hemû cûreyên tundiya li ser jinan hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku, li Sûriyeyê jinên rastî destdirêjiyê, kuştin û tundiyê tên, her wiha bi bikaranîna jinan li Sûriyeyê li ser navê zewaca cîhadê bi tundî hate şermezarkirin.

Yekîtiya Star li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi heman armancê civîn lidarxist. Civîn bi tevlîbûna dehan jinan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê jinan ji aliyê Hêvîn Hisên ve hatin xwendin.

Di civînê de endama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser desthilatdariya mêr ku ev demeke dirêj e, civakê birêve dibe. Rûken Ehmed diyar kir ku, jinên Kurd bi qehremanî li ber xwe dane û di dawiya axaftina xwe de têkoşerên Kurd Zîlan, Bêrîtan, Sakîne Cansiz bibîr anîn.

KOBANÊ

Bi heman armancê Tevgera Jinên Ciwan ên Kobanê û bi alîkariya komîteya jinan a Konfedresyona Kurdên Welatparêz semînerek hat dayîn. Semînera bi tevlîbûna dehan jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger Mizgîn Ehmed axivî. Mizgîn diyar kir ku, jinan li dijî tundiya li ser jinê gelek berxwedan dane meşandin û got:"Jinan ji bo azadiya xwe gelek qurbanî dane."

Piştî axaftinê filmê bi navê "Usama" ku li ser jina xwe wekî xort nîşan dide hate pêşkêşkirin.