Li Rihayê jinek hat kuştin

Li Rihayê jinek hat kuştin

Li navçeya Riha Eyyûbiyeyê, cenazeyê jineke ku tê texmînkirin hatiye fetisandin, hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Taxa Yenîce ya navçeya Eyyûbiyeyê, welatiyên dîtin ku jinek li naverastê dirêj kiriye, agahî da polîsan.

Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku jina derdora 30 salî hatiye kuştin.

Ji ber ku li stûyê wê şopa werîs hebû, bi gumanbariya fetisandinê lêpirsîn hat destpêkirin.

Nasnameya jinê hînê nehatiye keşfkirin. Ji bo otopsiyê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya li Rihayê.