Li Rezanê pêşengeha têkoşîna li dijî windayan

Li Rezanê pêşengeha têkoşîna li dijî windayan

Mala Jinan ya Kardelenê ya Şaredariya Rezanê biboneya 17-31'ê Gulanê hefteya têkoşîna kesên di bin çavan de hatine windakirin ya navneteweyî pêşengeha ji wêneyên Serpîl Odabaşiyê pêk tê vekir.

Mala Jinan ya Kardelenê ya Şaredariya Rezanê biboneya 17-31'ê Gulanê hefteya têkoşîna kesên di bin çavan de hatine windakirin ya navneteweyî pêşengeha ji wêneyan vekir. Cîgirên Şaredara Rezanê Yuksel Aslan Acer, Sema Koç, Koordînatora Mala Jinan ya Kardelenê Mukaddest Alataş û jinên taxî tevlî pêşengeha ku li salona konferansê ya Kardelenê hat vekirin bûn.

Di pêşengehê de wêneyên balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî, kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û wêneyên Ceylan Onkolê hatin pêşendan. Koordînatora Kardelenê Alataş di pêşengehê de axivî û got; "Li herêmê gelek binçavkirin, windakirin, kuştinên kiryarnediyar û mexdûrên van dayîk hene. Me xwest em balê bikişînin ser vana. Me xwest em bidin diyarkirin ku li ser van xakan têkoşîna li hemberî windakirinan berdewam dike, berpirsyar hê nehatine darizandin û divê aştiya vê erdnîgariyê pêk bê."

Alataş anî ziman ku wan li gorî cewhera jinê xebatek pêş xistine û destnîşan kir ku, pêşengeh balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî.