Hat ragihandin ku şevê din li navçeya Ranye ya Silêmaniyê keçikek bi navê Rêzan Botan a 14 salî, dawî li jiyana xwe anî.
Li Ranyayê demjimêr di 20.30 de zarokek keç ya bi navê Rênas Botan ku temenê 14 salî ye û xwendekara pola sêyem ya dibistana navendî, li taxa Tîtoke dijî, ji ber sedemek nediyar guleyek li serê xwe xist û dawî li jiyana xwe anî.
Polîsan jî derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kir.