Li Qendîlê peyama KJK’ê hate xwendin: Govenda serketinê dest pê kir

Di pîrozbahiya bi heybeta a bi hezaran kes li Qendîlê li hev kom bû de, peyama Koordînasyona KJK’ê hate xwendin.

Di pîrozbahiya Newroza Qendîlê Evîn Zîlan peyama Koordînasyona Komela Jinên Kurdistanê (KJK) pêşkêş kir.

Evîn Zîlan di serî de cejna Newrozê bi ruhê berxwendanê li jinan û gelê Kurd pîroz kir û bal kişand li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven geş bûne kir û got: "Bi pêşengiya jinan bi ruhê berxwedana Amadê û 14'ê Tîrmehê îro bi fedekariek mezin û vîneke xurt berxwendane mezin û dîrokî tê meşandin. Li Germiyan di asta berxwedanê û Leyla Qasim de bi pêşengiya Herêm Mehmûd, Şeyma Ednan û Gulebax Celal berxwendan berdewam dike. Bi beşdarbûna çalakiyê giyana wan zindî kir û têkoşîn geş kirin.

Newroz îsal berxwedan û serhildane, şikandina dagirkerî û faşîzmê ye. Geşkirina berxwena Kawa û Mezlûm Doganan e li hemberî zordariya serdemê, ango Erdogan û hemû hevkarên wan ên li Kurdistanê û qada navneteweyî de. Nîşaneya yekîtiya gel bi taybet jinin. Bi pêşengiya Leyla Guven govenda serkeftinê li kelha azadî û berxwedanê destpê kiriye. Dîrokê îspat kiriye ku tenê jin dikarin dawî li dagirkerî û faşîzmê bînin. Lewma erka li ser milê me ye ku pêşengiya vê qonaxê bikin. Girîngiyê bi xwerêxistin kirin û civaka azad û demokratîk bidin."

Di dawiya peyama KJK'ê de bang li gelê Kurd tê kirin ku bi ruhê çalakiya Zulkuf Gezen û çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven de hatine destpêkirin, li dijî hişmendiya jin ku jî, faşîzm û dagirkeriyê têkoşîn bikin û pêşeroj azad û demokrasî li ser bingehê azadiya jinê ji bo gel bafirînin û wiha tê gotin: "Em soza xwe dubare dikin ku heta serkeftin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê nerawestinin. Em ê faşîzmê hilweşînin û li gel Rêber Apo bi azad bijin. Em ê xwedî li Şehîd Zulkuf Gezen û şehîdên Şêladizê derkevin."