Li Binarê Qendîlê li gundê Mewnan ya girêdayî dola Balayan dewreya durunê ya ku ji aliyê Navenda Jinan a Azad ve hatibû vekirin û hejmareke ji jinên vî gundî jî r bibûn bi girtina dîplomayan hate bi dawî bû. Jinên vî gundî eleqeyeke mezin nîşan da û dewreyên din yên weke fêrbûna zimanê latînî, dersên tendurustî û kompîturê nîşan didin û hemû jinên ku beşdar bûne jî ji ber vê eleqeyê bi awayekî serkeftî ji dewreyê mezun bûn.
Ev dewre bi qasî mehek û 15 rojan berdewam dike û jinên ku di vê demê tiştên ku ji memosteya xwe fêr bibûn bi berhemên gelek xweşik dewreya xwe bi dawî anîn. Di vê dewreyê de tiştê ku bal dikişand hemû jinên ku tevli vê dewrê bûnê weke berhemên xwe yên yekem cil û bergên kurdî diruti bûn. Memosteya durunê Nejbîr Dibêsiyê ve hate kirin.
Nejbîr wiha got: “Di nava civakê de her çiqas ku jin bû xwedî kar û cih ewqas jî baweriya jinê bi kesayeta wê çêdibe û dikare xwedî li civakê dekeve û xizmeta civakê bike. Em her tim amedene ku alîkariyê bidin hemû jinên ku dixwazin xwe perwerde bibînin û di nava civakê de bi rekên hîn çalaktir rabin. Ji ber dema ku jin hemû karên xwe bi xwe pêk bînin wê demê pêdiviya wan namîne ku di qadên jiyanê de girêdayî mêr bibin, ji ber wê demê jin dikarin aboriya xwe bi dest bixin.”
Jina bi navê Helîme ya ku pir tişt ji vê dewrê fêr bibû jî wiha axifî û got; “ Ez ji Navenda Jinanî Azad fêrî pir tiştan bûm, ji ber vê ez bi xwe pir kêfxweşim. Li vir em fêrî gelek tiştan dibin û di jiyanê de jî ji me re dibin alîkar. Her wiha ez ji hemû jinên dola Balayan re vê yekê pêşniyar dikim, her wiha ez memosteyê me jî pir spas dikim ji ber me de pir ked da û em fêrî karên baş kirin.”
Jinên bi navê Heybet û Zul jî di der barê beşdarbûna wan ya dewreya durunê kêfxweşiyên xwe diyar kirin û ji navenda jinan a azad pir kêfxweş bûne
Jinan diyar kir ku jinên binarê Qendîlê sûdeke mezin ji van dewreyên perwerdê digirin û gotin divê hemû jinên vê herêmê beşdarî van perwerdeyan bibin û jinên kurd di hemû qadan de xwe perwerde bikin.