Gerîlayên jin ên li Qedîlê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakiyek lidar xistin. Gerîlayên jin dan xuyakirin ku ew ê 2015'an bikin sala xwegihandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya jinê.
Pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, duh danê sibehê bi merasîma leşkerî destpê kir. Di pîrozbahiyê de zêdeyî 400 jin û hejmarek ji dayikên wargeha Mexmûrê amade bûn. Li dû merasîma leşkerî endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr axaftinek kir. Semsûr afirînerê têkoşîna azadiya jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên li qadê şer ên weke Rojava, Kobanê, Kerkûk û Şengalê li ber xwe didin silav kir. Semsûr 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, "Di kesayetiya Heval Sara, Rojbîn, Leyla, Arîn Mîrxan, Jiyan Rojhilat û Gulan Batman de em hemû şehîdên xwe yên em anîne vê rojê bibîr tînin. Bêguman 8'ê Adarê ya 2015'an ji bo pêşvebirina azadiya jinê gelekî girîng e. Bi hezaran jinî li Nisêbîn û Qamişlo, sînorên ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr, kapîtalîzm û dewletên serdest ve hatin xêzkirin, ji holê rakirin. Me di dil û mejiyê xwe de Kurdistan kirin yek. Bi ruhê rêhevalên xwe Arîn Mîrxan, Destîna, Gulan û Jiyan re me îsal dest bi avakirina neteweya demokratîk kirin."
Semsûr anî ziman ku Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ji her demê bêhtir îsal li Rojhilata Navîn û cîhanê veguheriye hêza azadî, wekhevî, demokrasiyê û got, "Li ser vê bingehê di çarçoveya 8'ê Adarê de starta meşa jinan a cîhanê li Kurdistanê hat dayîn. Em ê jî bi vê ruh, serhildan û biryardariyê sala 2015'an bikin sala hevdîtin-xwegihandina Rêbertiyê û azadiya jinê. Li ser vê bingehê em ji hemû rêhevalan û jinan re serketinê dixwazin."
Li dû axaftinê, bernameya çandê ya gerîlayên jin destpê kir. Koma Şano ya Akademiya Şehîd Sefqan, Koma Muzîkê ya YJA-Starê, Koma Govendê ya Wargeha Şehîd Rustem (Mexmûr), Dengbêjên Koma Meryemxan û koma muzîkê ya Amara derketin ser dikê. Pîrozbahiya 8'ê Adarê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.