Li Polonyayê ji bo ku jin xwe bigihînin mafê kurtajê, qanûn tên hêsankirin

Hikûmeta Polonyayê, ji bo ku jin bi awayekî hêsan karibin kurtaja bi ewle pêk bînin, qanûnên nû eşkere kir.

Li Polonyayê, ewil tenê di rewşên ducanîbûnên ku ji ber destavêtin an jî ensestê de, yan jî rewşa tenduristiya jina ducanî ketibe xeteriyê, kurtaj pêk dihat.

Hikûmeta Polonyayê, ji bo ku jin bi awayekî hêsan karibin kurtaja bi ewle pêk bînin, qanûnên nû eşkere kirin.

Di qanûna nû de, jin ji ber sedemên tenduristiyê jî dikarin kurtajê bikin. Lê hikûmeta berê ya muhafezekar ji bo kurtajê şert û mercên guncaw sînordar kiribû. Ev yek bibû sedem ku bijîşk ji tirsa darizandinê ji prosedurê dûr bisekinin, di heman demê de li seranserê welêt xwepêşandan pêk hatin.

Hikûmeta Serokwezîr Donald Tûsk, soz dabû ku qanûn heta hefteya 12’emîn a ducaniyê ji bo kurtajê berfirehtir bike, lê vê pêşniyarê li parlamentoyê destekek xurt negirt.

Li gor rênîşê ku ji aliyê wezareta tendiristîyê ve roja Înê hatiye eşkerekirin, hat diyar kirin ku pêşniyara bijîşkek pispor wek kardiyolog, endokrinolog an jî psîkiyatrîst têr dike ku jin li nexweşxaneyê kurtajê bi awayekî qanûnî pêk bîne û ji ber vê prosedurê bijîşk wê neyê darizandin.