Li pêşiya Sefaretxaneya Fransa ya li Stockholmê çelenga reş danîn

Jinên Kurd ji bo şermezarkirina qetlîama Parîsê ku sê jinên Kurd ên şoreşger hatin şehîdkirin, li paytexta Swêd Stockholmê çalengek reş danîn pêşiya Sefaretxaneya Fransî.

Jinên Kurd ji bo protestokirina Qetlîama Parîs ku berî 7 salan yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin protesto bikin, li pêşiya Sefaretxaneya Fransî çalengek reş danîn.

Çelenga ku wêneyên her sê jinên Kurd li ser ku li pêşiya sefaretxaneyê danîbûn, nameyek ku balê dikişîne ser rola dewleta Fransî ya têkildarî qetlîamê hatibû nivîsîn radestî erkdarên sefaretxaneyê kirin.

Di daxuyaniya li vir hate dayîn de hate diyarkirin ku heta ku kujerên komkujiyê bên darezandin û ceza kirin wê têkoşîna jinên Kurd dewam bike.

Herî dawî ji bo çalakiya ku wê 11’ê Çileyê li Parka Hûmlegarden a Stockholmê roja Şemiyê saet 13:00’an destpê bike jî banga tevlîbûnê kir.