Li Parîsê piştî meşa 8’ê Adarê, Kolektîfa Piştevaniya bi jinên Kobanê re ku Tevgera Jinên Kurd jî têde cih digire, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk resepsiyonek pêk anîn. Di resepsiyona pêk hat 700 jinên femînîst tevlî bûn.
Resepsiyona ku saet di 18’an destpê kir, bi sedan jinên ji gelên Fransa, Kurd, Cezayîr, Kabîl, Afrîka, Tirk û Latîn-Amerîkayê tevlî bûn, ji aliyê pêkhateyên kolektîfê ve hatin pêşwazîkirin. Di resepsiyonê de xwarina êvarê jî hat dayîn û pêşangeha wêneyan a jinan a delegasyona jinên çûn sînorê Kobanê hat raxistin.
Li salonê panoyek hat amadekirin ku jinên tevlî şevê bûn ji bo peyamên xwe ji jinên Kurd re binivîsin. Wv pano wê ji aliyê heyeteke ku di rojên pêş de diçe sînor ve bibin wê bibin sînor.
Di şevê de pirtûka bi sernavê ‘Peyamên jinên sînorê Rojava:Berxwedan û Azadî’ jî derket pêşberî xwendevanan. Pirtûk bi Fransî hatibû amadekirin.
Di şevê de koma muzîkê ya Cezayîrê Samîa Ammour, koroya jinan a Fransayê Les GAMM'ELLES, Koma Piya, System D, Zolon'Gono derketin ser dikê. Samîa Ammour stranên xwe yên ji bo Kobanê çêkiribûn gotin.
Nûnera Tevgera Jinan a Kurd Zozan Serhat axivî û peyama jinên Kurd a 8’ê Adarê bi tevgerên femînîst a Fransayê re parve kir û got ku têkoşîna jinên Kurd ne tenê ji bo Kurdan bo hemû jinên cîhanê ye.
Di şevê de peyamên saziyên jinên Kurd û YPJ’ê hatin xwendin. Peyamên jinên şanoger eleqeyek mezin dît.
Li şevê de ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez qunçikek hat avakirin.
Resepsiyona saet di 24.00’an de bi dawî bû.