Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê çalakiya edaletê
Li paytexta Fransa Parîsê, mîna her Çarşem îro jî Kurdistaniyan ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê çalakiya "Em edaletê dixwazin" lidar xistin.
Meşa ku li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir, li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku lê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, bi dawî bû.
Li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiya îro de li ser navê Komîsyona Dayikên Aştiyê ya Meclîsa Jinan a Çîçek Botan a Evry, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku heta kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên ronîkirin, ewê her Çarşemê çalakiyên xwe dewam bikin.
Dûre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.