Li Parîs û Dusseldorfê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Parîs û Dusseldorfê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Li Parîs û Dusseldorfê çalakiya "Em edaletê dixwazin"
Bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê, çalakiyên ku her Çarşem tên lidarxistin îro jî dewam kirin. Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Elmanya Dusseldorfê, Kurdistanî di çalakiya "Em edaletê dixwazin" de hatin cem hev.
Çalakiya "Em edaletê dixwazin" a li Parîsê, li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Parîsê destpê kir. Girseya gel bi pankarta bi nivîsa "196 roj in em li benda rastiyê ne. Berpirsyaran bibînin" ji vê derê ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ve meşiya.
Girseya gel li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêz girt û dûre li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk axaftinek kurt hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Fransa hewl dide komkujiyê li demê belav bike û bi vî rengî bide jibîrkirin û hat gotin, "Li dijî vê nêzîkatiya dewleta Fransayê, hevalên hersê canên me her Çarşem li vê derê li ber buroya lê komkujî hat kirin, nobedê digirin.
Em jî ji dewleta Fransayê re dibêjin ku li nirxên azadî, edalet û demokrasiyê ku dibêje ji nava wan derketiye xwedî derkeve û vê bûyera kuştinê ya hovane, tavilê ronî bike."
Xwepêşandan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
LI DUSSELDORFÊ ÇALAKIYA PROTESTO
Di çarçoveya kampanya "Em edaletê dixwazin" de çalakiya protestoyî ya her Çarşem li bajarê Elmanya Dusseldorfê tê lidarxistin jî, îro dewam kir. Kurdistaniyên li Dusseldorfê dijîn, bi daxwaza ronîkirina berpirsyarên komkujiya Parîsê, daketin kolanan.
Çalakiya ku îro saet di 11.00'an de destpê kir, saet di 12.30'an de bi dawî bû. Di çalakiyê de der heqê komkujiyê de belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Sakîne, Fîdan, Leyla li vir in", "Şehîd namirin" hatin qêrin.