Li Nurnbergê jinan faks şandin Wezareta Edaletê ya Fransayê

Li Nurnbergê jinan faks şandin Wezareta Edaletê ya Fransayê

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, jinên kurd hatin cem hev û ji Wezareta Edaletê ya Fransayê Cristiane Taubira re ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê, faks şandin.

Jinan bibîr xistin ku Wezareta Edaletê bi ronîkirina komkujiya tê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, berpirsyar e û sedema ronînekirina komkujiyê li Wezîrê kirin. Jinên Kurd destnîşan kirin ku polîtîkaya zextê ya Fransayê a li dijî kesayet û saziyên Krudan dewam dikin.

Jinên Kurd ên li Nurnbergê piştî metna faksê ya amade kiribû ji Wezareta Edaletê re şandin, dawî li çalakiya xwe anîn.