Li Norwêc, Hollanda û Rûsyayê, berxwedana jinên Kurd hat silavkirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytextên Norwêc, Hollanda û Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytextên Norwêc, Hollanda û Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytextên Norwêc, Hollanda û Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşîna jinê de hat silavkirin.
OSLO
Li paytexta Norwêc Osloyê, jinên Kurd bi kincên xwe yên gelêrî û alên xwe, li ber Parlamenta Norwêcê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Li ser navê Koma Piştevaniya Kurdistanê Seher Aydar li çalakiyê axivî, têkoşîna li Rojava tê meşandin vegot û destnîşan kir, ku ev têkoşîn hêviyê dide têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê.
Piştî çalakiya ku jinên YPJ'yî lê hatin silavkirin, jin ji ber parlamentê çûn Komeleya Çanda Kurdistanê. Li vir jî li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ji Komîsyona Jinê ya Meclîsa Gel a Norwêcê Aysel Yuce peyivî, derketina 8'ê Adarê, rêveçûna dîrokî û cihê wê yê di têkoşîna jinên Kurd de nirxand. Çalakiya ku heta derengiya şevê dewam kir, bi gerandina govendê bi dawî bû.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi beşdariya jinên ji Kurdistan, Fîlîpîn, Hollanda, Tirkiye, Îran, Misir, Afrîka û Yewnanîstanê li Meydana Dam xwepêşandana 8'ê Adarê hat lidarxistin.
Di belavoka hevpar a hat xwendin de hat destnîşankirin ku berxwedana jinên YPJ'yî ya li Rojava, ji bo tevahiya jinên li cîhanê, mînak e.
Di çalakiyê de lîstika koma şano ya bi naê 'Street Amazones' nîşan da rastî eleqeyeke mezin hat. Jin ji vir ber bi avahiya HTÎB ve meşiyan. Li vê derê jî helbest hatin xwendin û koma Defê derket ser dikê.
JI YPJ'Ê PEYAMA BI DÎMEN
Fermandara YPJ'ê Gulan Botan jî peyamek bi dîmen ji çalakiyê re şand. Botan 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Ya ku wate daye 8'ê Adarê, têkoşîna jinê ya pênc hezar sale li hemberî sîstema serdest tê meşandin e. Bi daxwaza têkoşîna jinên li gelek deverên cîhanê têdikoş in, em jî li Rojava li hemberî DAIŞ a ji mejiyê paşverû yê mêr, şer dikin. Bajarê Kobanê û hema bêjin hemû gund hatine rizgarkirin, êrîş hatine şikandin."
Botan anî ziman ku ne tenê ji bo mirovahiyê, ew li hemberî qetilkirina xwezayê jî têdikoş in û ji bo ji nû ve avakirinê bal kişand ser pêwîstiya piştevaniya navneteweyî. Botan diyar kir ku her kesên di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daketin kolanan hêz û moraleke mezin dane wan û got, "Ez her kesên destek dane berxwedana me, hemû jinan yek bi yek silav dikim, spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim."
MOSKOW
Li paytexta Rûsya Moskowê, 8'ê Adarê li Mala Kurdan bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser wateya 8'ê Adarê hat nîşandan û peyama 8'ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê rojnamevan Kurdistan Lezgiyeva ve hat xwendin.
Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û bernamzeta HDP'ê ya parlamenteriya Êlihê Feleks Ûca di çalakiyê de diyar kir ku jinên Kurd êdî vîna xwe ya siyasî temsîl dikin û got, "Eger îro bi sed hezaran jinên Kurd dadikevin qadan û bi coşeke mezin 8'ê Adarê pîroz dikin, ev yek bi saya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye."
Endama Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê Werdeka Evdo jî da xuyakirn ku ji bo jin azad bibe divê têkoşîna xwe xurt bike, xwedî li nirxên xwe derkeve û got, "Ji bo azadiya hemû jinên cîhanê, jinên Kurd îro têkoşîneke mezin dimeşînin. Ji ber vê yekê jinên Kurd dibin hedefa sîstema serdest."
Çalakî bi govenda li ber stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.