Li Munchen û Stûttgartê çalakiyên edaletê

Li Munchen û Stûttgartê çalakiyên edaletê

Li bajarên Almanya Munchen û Stûttgartê, bi armanca aşkerakirina berpirsyarên komkujiya Parîsê çalakiyên "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hatin lidarxistin.

Çalakiyên "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" ku piştî qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê di 9'ê Çileyê de, destpê kirin dewam dikin.

Li bajarê Almanya Munchenê Kurdistaniyên li ber Konsolosiya Fransayê hatin cem hev xwestin, komkujiya Parîsê demek beriya demekê bê ronîkirin.

Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" de endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) belavok belav kirin. di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Tevî ku di ser qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd re 10 meh derbas bûn jî hikûmeta Fransa bêdengiya xwe diparêze. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sûc."

Di çalakiya rastî pêwendiya derdorê hat de hat bibîr xistin ku Omer Guney li Munchen û derdora wê, bi komeleyên nîjadperest re di nava têkiliyê de bû û haya rayedarên Alman ji vê hebû. Di axaftinan de bang li dewleta Alman hat kirin ku lêpirsînê veke û hat destnîşankirin ku dê çalakiya wan her rojên Çarşemê saet di 17:00 de li Heimeranstrasse 31'ê dewam bike. Bang li Kurd û demokratên li Munchen û derdora wê dijîn hat kirin, bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin.

Di çalakiyê de her wiha girtina Endamê Mala Gel a Medya ya Nurnbergê û komkujiya li Geverê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Stûttgartê jî navnîşana çalakiyê pêş Konsolosiya Fransayê bû. Di çalakiya li Rotebuhlplatzê de Komkujiya li Parîsê û terora polîsan a li Geverê hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de wêneyên Canszi, Dogan û Şaylemez, wêneyên M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokûş ên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Fîşekên li Parîsê li sê şoreşgerên jin ên Kurd û fîşekên li Geverê li M. Reşît û Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokûş ketine, li hemberî aştiyê hatine teqandin."

Di axaftina li ser navê Însiyatîfa Jinên Kurd li Stûttgartê de, ji bo ronîkirina komkujiyan bal kişand ser girîngiya hevparebûna têkoşîna demokrasî û aştîxwazan. Di çalakiyê de li gel jinan gelek ciwan û nûnerên saziyên demokratîk ên Tirkiyeyî jî amade bûn.