Li Munchen û Den Haagê çalakiyên edaletê
Çalakiyên edaletê yên li dû qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li Parîsê destpê kirin, li bajarê Elmanya Munchen û li bajarê Hollanda Den Haagê dewam kir.
Çalakiyên edaletê yên li dû qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li Parîsê destpê kirin, li bajarê Elmanya Munchen û li bajarê Hollanda Den Haagê dewam kir.
Jinên li bajarê Elmanya Munchenê hatin cem hev, li ber Konsolosiya Fransayê mîna her Çarşemê çalakiya edaletê pêk anîn. Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. Di çalakiya ku gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin de, hat destnîşankirin ku dewamiya bêdengiya Fransayê nîşan dide, ku ew jî di nava bûyerê de heye.
Di çalakiyê de ji ber darvekirina girtiyên Kurd rejîma Îranê jî hat şermezarkirin.
Jinên li bajarê Hollanda Den Haagê jî hatin cem hev, komkujiya Parîsê protesto kirin. Çalakgeran posterên jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hilgirtin û li ber Konsolosiya Fransayê bi qîrîna dirûşmeyan daxwaza edaletê kirin.
Di çalakiya ku saet di 15'an de destpê kir û saetekê dqwam kir de bi zimanên Kurdî, Hollandî û Tirkî dirûşme hatin qîrîn.