Li Moskowayê piştgiriya ji bo Leyla Guven

Parazvanên mafên mirovan û Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê piştgirî dan Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven.

Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê, ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya parlamentera HDP'ê Leyla Guven çalakî pêk anîn. 

Jinên Kurd û dostên wan bi dirûşmeya 'Di serî de Leyla Guven, daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê daxwazên me ne' çalakî pêk anîn û xwestin, demildest dawî li tecrîdê bê anîn.

Di çalakiyê de Seroka Tevgera Jinê ya Rûsyayê Culyeta Aram axivî û diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan û êrîşên li ser Rojava bi hev ve girêdayî ne. 

Parazvana Mafên Mirovan û Seroka Yekîtiya Parêzeran a Rûsyayê Marîa Bast jî got, "Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcekî mirovahiyê ye. Divê hêzên hevparê vî sûcî demildest dawî li vê kiryara xwe bînin. Em çalakiya Leyla Guvenê watedar dibînin û piştgirî didinê."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Zîndanan" û "Bijî Serok APO" bi dawî bû.