Li Mêrdînê yekîneyên kontra digerin

Li Mêrdînê yekîneyên kontra digerin

Yekîneyên kontra yên bi cilên gêrîla û sivil li bejahiya navbera navçeyên Şemrex û Dêrîk yên Mêrdînê digerin, rê li ber fikarên gundiyên herêmê vekir.

7 kesên yekîneyên kontrayê yên bi cilên sivîl û gêrîlayan li herêmên gundê Xarok, Mavan û Bîrînî yên navçeya Şemrex û herêma Xap ya kîlometreyekê dûrî navenda navçeya Dêrikê, gundî xistin nava fikaran de. Di derbarê mijarê de gundiyekî nexwest navê xwe bêje, “Di demjimêrên rojê de carna bi cilên sivîl carna jî bi cilên gêrîlayan li derdora gundan digerin. Ji gundiyan re dibêjin, ‘çima rêyên xwe xirab bûyî ne, werin cem me Mêrdinê, em dê rêyên we çêbikin.”