Li Meksîkayê di nava salekê de hezar û 4 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Parastina Sîstema Sekreteryaya Neteweya Giştî ya Meksîkayê di nava salekê de ji hezarî zêdetir jin ji aliyê mêran ve li Maksîkayê hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Parastina Sîstema Sekreteryaya Neteweya Giştî ya Meksîkayê aşkera kirine, li Maksîkayê ji 1’ê Çileya 2021’ê heta 31’ê Kanûna 2021’ê hezar û 4 jin di encama tundiyê de hatine qetilkirin. Li gorî raporê ji sala 2015’an ve qetilkirina jinan gihîştiye asta herî jor, tevî vekirina dozan û cezayên herî bilind jî tundî her sala ku diçe zêdetir dibe.

Di sala 2020’an de 978 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin, di sala 2021’ê de jî di rojê de 10 jin di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest didin. Pispor didin diyarkirin ku bi taybetî di dema şewbê de di dema derneketinê de ji bo jinan jiyan zehmetir bûye.

Ji serê salê ve heta niha li welat 7 rojnamevan hatin kuştin. Herî dawî jina rojnamevan a bi navê Lourdes Maldonado Lopes di nava wesayîdê de bi guleyan qetilkirî hat dîtin.

Li gorî daneyên Komîsyona Mafên Mirovan ji destpêka sala 2000’ê heta niha 100 rojnamevan hatine kuştin.