Li Marsîlyayê ji bo fermandara gêrîla Arjîn mewlîd hate dayîn

Li Marsîlyayê ji bo fermandara gêrîla Arjîn mewlîd hate dayîn

Fermandara gêrîla Arjîn Garzan ku li gel 14 hevalên xwe di operasyonekî 24’ê Adarê li ser sînorê Bedlîs û Sêrtê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo wana li bajarê Marsîlya yê Fransayê mewlîd hate dayîn.

Mewlîda ku li Navenda Çanda Mezopotamya hate dayîn ji 150’î kesî zêdetir tevlîbûn. Ji ber sedema eleqeyek mezin gelek kes nekarîn bikevin hundir neçar man li lokala komeleyê bimînin.

Mewlîd ji aliyê melayê Mizgefta Kurdan ya Marsîlyayê ve hate xwendin. Di mewlîdê de hate dîtin ku, gelek kesên fermandara gêrîla Arjîn Garzan ji nêz ve nas dikirin, nekarin li ser hestên xwe hakim bin. Piştî xwendina mewlîdê xwarina fitarê hate dayîn.

Di operasyona 24’ê Adarê artêşa Tirk li herêma Sêrt û sînorê Bedlîsê dayî destpêkirin de fermandara gêrîla Arjîn Garzan jî di nav de 15 gêrîlayên jin jiyana xwe jidest dabûn. Arjîn Garzan ku di sala 2001’an de li Marsîlyayê faliyet meşandibûn, mirina Arjîn û hevalên wê Kurdên Marsîlyayê xistibûn nava şînê. Gelek malbatan navê zarokên xwe yên di sala 2001’an de ji dayîkbûyîn xistibûn Arjîn.