Li Marsîlya û Den Haag’ê çalakiya nobedê
Li Marsîlya û Den Haag’ê çalakiya nobedê
Li Marsîlya û Den Haag’ê çalakiya nobedê
Li bajarê Fransa Marsîlyayê û bajarê Hollanda Den Haag ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê, çalakî hatin lidiarxistin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê ku tê de yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin.
Meş bi beşdariya hejmareke zêde ya Kurdistaniyan li ber Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê destpê kir. Di meşa heta ber Walîtiyê de bê navbera dirûşmên “Ka edaleta we”, “em edaletê dixwazin”, em hemû Sakîne, Leyla û Rojbîn in” hatin qîrîn.
Mîtînga piştî meşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li dû xwendina belavoka bi Fransî, li ser navê Meclîsa Jinan a Marsîlyayê Avaşîn Sevînç axaftinek kir.
Sevînç diyar kir ku ev 288 rojin ji dewleta Fransa der barê komkujiyê de daxuyaniyekê dixwazin û wiha got: “Lê belê hîna ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Em ji dewleta Fransa dipirsin, ‘geol bêdengiya we ji hevalbendiya we tê?’. Em weke jinên Kurd heya hemû aliyên vê komkujiyê zelal bibin emê çalakiya xwe berdewam bikin û li ser vê bingehê di serî de dayik berxwedana hemû Kurd û dostên wan ên li Marsîlayayê dê vê komkujiyê zelal bike.”
Çalakî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê jî Kurdistanî li pêş Konsolosa Fransayê çalakiya edaletê pêk anîn. Çalakvanan pankarta bi nivîsa “Gelo bêdengiya we ji hevalbendiya we tê?” vekirin û di çarçoveya kampanya azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îmze kom kirin.
Çalakvanan hejmarek zêde belavokên bi zimanê Flamanî belav kirin.