Kurdistaniyên li bajarê Franse Marsîlayayê dijîn bi boneya balê bikişînin ser grevabirçîbûnê ya girtiyên Kurd çalakiyek rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya rûniştê berdewam dike. Jinên Kurd ku pêşengiya çalakiyê dikin, daxwaz dikin ku YE zextan li dewleta Tirk bike daku daxwazên girtiyan qebûl bikin.
Çalakiya rûniştên ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Marsîlayayê ve hatibû destpêkirin, bi beşdariya nêzî 50 jinan berdewam dike. Di çalakiya saet di 12.00 de li Qada Kanaviyayê hate destpêkirin, posterên Ocalan, alên KCK, PKK, KJB’ê hatin vekirin.
Di çalakiyê de jinan bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û rewşa girtiyan û ji saziyên YE’yê xwest ku ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan zextê li Tirkiyeyê bikin.
Çalakiya jinên Kurd dê sibê saet di 17.00 de bi meşek û piştî bi mitîngekê dê bi dawî bibe.