Pegîda ku duh êvarê yekem xwepêşandana xwe li Swêdê li bajarê Malmo pêk anî rastî bertekan hat. Çalakiya bi banga Henrîk Ronnqvîst li Swêdê pêk hat bi dehan kes tevlî bûn û li aliyê din jî 5 hezar kes ji bo Pegîdayê protesto bikin daketin qadan. Çanên dêrên Malmo ji bo agahdariya xetereya faşîzmê bê kirin lê dan.
Beriya ku Pegîda dest bi çalakiyê bike, kesên li dijî nîjadperestiyê li dora Qada Storatorget hatin cem hev û ji bo tevlîbûna çalakiya Pegîda asteng bikin zincîra mirovahiyê ava kirin.
Polîsan 8 kesên tevlî pêşandana Pegîda bibûn xistin bin parastinê û hejmara protestovanan jî her çû zêde bû. Nûçegîhanên Televîzyona Dewletê ya Swêdê got ku tevî 50 kesî xwestiye tevlî xwepêşandana Pegîda bibin nekarîn bikevin qadê. Rayedarên polîsan diyyar kirin ku hejmara kesên Pegîda protesto kirine jî nêzî 5 hezarî bûn.
Hat gotin ku 5 kesên ku xwepêşandan organîze kirine wê biaxivin û xwepêşendan wê heta saet 21.00’ê bidome. Lê tenê kesek axivî û heta 19.30’an berdewam kir.
Rayedarê polîsan Ewa-Gun Westford ji televîzyona dewletê ya Swêdê re axivî û got ku Pegîdayiyan ji ber ku hoporlora protestovanan tinebû, çi hatiye gotin fêm nekirine.
LI PIŞT PEGÎDA NÎJADPEREST Û FAŞÎST HENE
Pegîdaya li Malmo yekem çalakiya xwe pêk anî tê gotin ku li Swêdê ji aliyê Henrîk Ronnqvîst ve hatiye destpêkirin û her wiha di lêkolînên ku rojnameya rojane ya ETC kiriye de tê gotin ku xwepêşendan û xebat ji aliyê komeke li ser Facebookê ya ji 17 nîjadperestan pêk tê hatiye organîzekirin.
Ronnqvîst ê ji bo xwepêşendanê bang kir, xwediyê galeriya hunerê ye û sala buhrî ji ber romaneke hunermendekî nîjadperest Dan Park û berhemên nîjadperest ên li dij Afrîkayê weşandibûn bi sûcê nefretê hatibû mehkûmkirin.