Li Mahabadê xwendevaneke keç xwe întihar kir
Li Mahabadê xwendevaneke keç xwe întihar kir
Li Mahabadê xwendevaneke keç xwe întihar kir
Li bajarê Mahabadê xwendevaneke keç ji ber ku mafê wê yê perwerdeyê jê hat standin dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê xwendevaneke keç ya bi navê Jale li dibistana Ferzaneganî di xwendin, piştî ku ji bo xwendinê pirtûkek li ser wekheviya jin û mêr digre, ji aliyê berpirsê dibistanê ve tê rexne kirin û ji xwendinê qut dike, ev yek ji dibe sedema nearamiya derûniya wê û ji ber vê jî dawî li jiyana xwe tîne.
Ji berî dawiyê li jiyana xwe bîne, di derbarê mijarê de berpirsê dibistana Ferzanegenewe malbata Jale agadar kiri bû, ev jî dibe sedem ku zextên li ser Jalê zêde bibe û bibe sedema wê yekê ku dawiyê li jiyana xwe bîne.
Rejîma Îranê her tim hewildaye ku jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê wek kole bimîne û qet di derbarê jin û jiyanê de agahiyên wan nebin û xwe perwerde nekin, ji ber vê yekê jî hertim li pêşiya wan bûne asteng.