Li Lubnanê, qanûna ku jinê bi tecawizkar re dide zewicandin rabû

Di encama têkoşîneke demdirêj a parêzvanên mafên jinê, qanûna ku li Lubnayê rê li ber zewicandina jinê bi tecawizkar re vedike, hate rakirin.

Li gorî vê qanûna navborî, tecawizkar ji bo pêşî li cezakirinê bigire, dikarî bi mexdûr re bizewice.

Li parlamentê di encama dengdanê de ev qanûn bi temamî hate rakirin. Koma aktîvîstan a bi navê Abaad, ev demeke dirêj bû li dijî vê qanûnê têdikoşiya.

Di encama dengdanê de, gotinên "revandin" û "zewicandina bi zorê" ji xala 522'an a Qanûna Ceza hatin derxistin.

Koma aktîvîstan a bi navê Abaad li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku rakirina qanûnê, serketina rûmeta jinê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êdî wê nikaribin xwe ji cezakirina ji ber sûcên destavêtin, şîdet û hevrebûna zayendî ya bi zorê rizgar bikin."